Mesrûr Barzanî naveroka hevdîtinên xwe yên li Londonê eşkere kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê û bi serdaneke fermî gihîşte Londona paytexta Brîtanyayê.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê û bi serdaneke fermî gihîşte Londona paytexta Brîtanyayê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser armanca serdana xwe û mijarên ku dê di hevdîtinan de gotûbêj bikin, twîtek belav kir.
Di twîta xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Min vê hefteyê serdana Brîtanyayê kir ji bo dîtina rêya bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û veberhênana navbera herdu aliyan.”
Herwiha destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê û Brîtanya di pêwendiya dostane ya demdirêj de bi hev ve girêdayî ne.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di warên rûbirûbûna terorê, piştevaniya aware û penaber û pêkanîna aştî û pêşketina zêdetir bo hemû Iraqê de alîkariya hev dikin.”
The Kurdistan Region and the UK are bound together by longstanding friendship.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) April 18, 2022
We cooperate against terrorism; support refugees and the displaced, and favor peace and progress for all of Iraq.
I’m in London this week to explore ways to strengthen trade and investment ties -mb. pic.twitter.com/pWDrzevvQO