PKKê serbazên artêşa Iraqê yên revandî serbest berdan
Herdu aliyan 3 demjimêr gotûbêjek li navçeya Xanesor encam dan û piştî gotûbêjê, hemû serbazên revandî hatin berdan.
Hewlêr (K24) – Piştî ku vê êvarê şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de rûda û hejmarek serbazên artêşa Iraqê tevî otomobîla wan ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin revandin, beriya demekê ew serbaz serbest hatin berdan.
Peyamnêrê K24ê yê li Şingalê ragihand: “Piştî berdewambûna şer û pevçûnê di navbera çekdarên PKKê û artêşa Iraqê de bi dirêjahiya demjimêrekê, alozî bi dawî bûn û serkirdeyên serbazî û çekdarî yên herdu aliyan 3 demjimêr gotûbêjek li navçeya Xanesor encam dan û piştî gotûbêjê, hemû serbazên revandî hatin berdan.”
Vê êvarê li komelgeha Dugirê ya ser bi nahiya Sinûnê ya li sînorê navçeya Şingalê şer di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de li bakurê çiyayê Şingalê rûda û hejmarek serbazên artêşa Iraqê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin revandin.
Peyamnêrê K24ê ragihand, di wî şerî de çekên cuda hatin bikaranîn, artêşa Iraqê û çekdarên PKKê li kolanan rûbirûyî hev bûn.
Jêderek ji nava komelgehê jî ji K24ê re eşkere kir, hejmarek serbazên artêşa Iraqê tevî otomobîla wan ji aliyê çekdarên PKKê ve ji nava komelgehê hatin revandin.
Li gor zanyariyên K24ê, di vê pevçûnê de du serbazên artêşa Iraqê û sê çekdarên PKKê û welatiyek birîndar bûn û birînên piraniya wan giran in.
Derbarê sedema şer de jî jêderê K24ê eşkere kir, serbazên artêşa Iraqê dixwestin rêbendek li ser rêya sereke ya wê komelgehê deynin, lê belê çekdarên PKKê rê nedan û bi çekan rûbirûyî wan bûn, di encamê de artêşa Iraqê jî bersiva wan da û şer bi dirêjahiya demjimêrekê berdewam kir.