Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Enerjî û Bazirganiyê yê Brîtanyayê civiya

Di hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê enerjî û bazirganiyê de hat gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 19ê Nîsana 2022yan di çarçoveya serdana xwe de bo Brîtanyayê, ligel Wezîrê Karûbarên Enerjî û Bazirganiyê yê Brîtanyayê Kwasi Kwarteng civiya.

Di hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê enerjî û bazirganiyê de hat gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li girîngiya çaksazîkirina li sîstema bankî ya Herêma Kurdistanê û pêşvebirina sektora enerjî û sûdwergirtina ji şiyan û şarezayiya kompaniyên Brîtanî di warê sektora bankî û enerjiyê de, bi taybetî enerjiya pak û paqij û danîna sînor bo pîsbûna hewayê, hat kirin.