Mesrûr Barzanî: Brîtanya dikare gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê pêş bixe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Hewlêr û Bexda baweriya wan bi Brîtanyayê heye û London dikare gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê pêş bixe.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Hewlêr û Bexda baweriya wan bi Brîtanyayê heye û London dikare gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê pêş bixe.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Londonê hejmarek hevdîtin û çalakiyên dîplomasiyê encam dan.
Piştî civîna ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling civiya.
Derbarê civînê de Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Me ligel Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling gotûbêjeke avaker encam da li ser sûdên serkeftina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û metirsiyên têkçûna wan.”
Herwiha eşkere kir: “Brîtanya dikare alîkar be û weke hevbeşeke pêbawer ji aliyê Hewlêr ûs Bexdaxê ve, dikare wan gotûbêjan pêşve bibe. Ev ji wir dest pê dike ku em hemû di sayeya dirûşmekê de kar bikin.”
Constructive exchange with @amandamilling on the benefits of success between Erbil and Baghdad and the dangers of failure.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) April 19, 2022
The UK can help move that dialogue forward - as a trusted partner in both capitals.
That starts with us looking inwards and uniting behind a single banner. pic.twitter.com/K0RwUyMqcs