Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê civiya

Di hevdîtinê de li ser proseya perwerdehî û fêrkirinê û girîngiya proseya perwerdehî û xwendinê di pêşxistina civakê de gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî civiya
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî civiya

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 19ê Nîsana 2022yan ligel Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî civiya.

Di hevdîtinê de li ser proseya perwerdehî û fêrkirinê û girîngiya proseya perwerdehî û xwendinê di pêşxistina civakê de gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser sûdwergirtina ji ezmûna Brîtanyayê û piştgirîkirina proseya çaksaziyê di warê perwerdehî û xwendinê yê Herêma Kurdistanê de bi arasteya baştirkirina kalîteya perwerdehiyê û bilindkirina asta zanistê ya zanîngehên Herêma Kurdistanê hat kirin.