DAIŞê êrîş kir: Kuştî û birîndar hene
Çekdarên rêxistina DAIŞê li Qeretepe êrîş kirin ser xaleke artêşa Iraqê û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.
Hewlêr (K24) – Çekdarên rêxistina DAIŞê li Qeretepe êrîş kirin ser xaleke artêşa Iraqê û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê ragihand, li gundê Keşkewlê yê ser bi Qeretepe, ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê hejmarek leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Jêderekî ji polîsê Qeretepe ji K24ê re ragihand, di encama êrîşê de 4 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Herwiha îşev çekdarên DAIŞê li baregeheke serbazî ya Iraqê ya li nahiya Kubaş a ser bi Se'diye nêzîk bûne, piştî ku artêşa Iraqê hatina wan dîtiye, bêyî teqekirinê vekişiyane.