Mesrûr Barzanî ligel Bayozê Iraqê yê li Brîtanyayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 19ê Nîsana 2022yan ligel Balyozê Iraqê yê li Brîtanyayê Mihemed Cafer El Sedir civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 19ê Nîsana 2022yan ligel Balyozê Iraqê yê li Brîtanyayê Mihemed Cafer El Sedir civiya.

Di hevdîtinê de li ser proseya siyasî ya Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê, gotûbêj kirin.

Ev di demekê de ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî li Brîtanyayê ye û îro ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling û Wezîrê Karûbarên Enerjî û Bazirganiyê yê Brîtanyayê Kwasi Kwarteng civiya.