Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Berevaniyê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 20ê Nîsana 2022yan ligel Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Berevaniyê civiya.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 20ê Nîsana 2022yan ligel Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Berevaniyê civiya.
Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê gotûbêj hat kirin.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Berevaniyê pesnê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kir û amadebûna welatê xwe ji bo berdewamkirina piştevaniya Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina Brîtanyayê ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê, amaje bi girîngiya berdewambûna hevahengiya ligel Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî kir ji bo rûbirûbûna teror û asayîş û seqamgîriya Iraq û navçeyê.