Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Brîtanyayê de, ligel Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel civiya.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 20ê Nîsana 2022yan di çarçoveya serdana xwe ya Brîtanyayê de, ligel Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel civiya.
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel kêfxweşiya xwe bi serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji ber hevkarî û hevahengîkirina Hikûmeta Herêmê ligel Hikûmeta Brîtanyayê di warê koçber û koça neyasayî de.
Priti Patel daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê ewlehî û koça neyasayî û rûbirûbûna tawanên rêkxistî de car din anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekezî li girîngiya pêkanîna rêkarên yasayî li hember wan grûp û bandên ku bazirganiya mirovan dikin, kir û destnîşan kir ku neseqamgîriya rewşa ewlehiyê û gefên terorê, yek ji sedemên zêdebûna koçberiyê ye.