Serok Barzanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî vê êvarê li ser proseya siyasî ya Iraqê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî vê êvara çarşemê 20ê Nîsana 2022yan li ser proseya siyasî ya Iraqê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Her dema ku aliyên siyasî xwe di wê mijarê de yekalî bikin ku îradeya wan serbixwe be di biryarên niştimanî de, wê demê tengasî namîne û xitimîna siyasî bidawî dibe.”