Ukrayna: Heta niha 20 hezar leşkerên Rûsî hatin kuştin

Serokerkaniya Artêşa Ukraynayê ragihand, artêşa Rûsyayê ku li dijî Kîevê şer dike, heta niha zêdetirî 20 hezar leşker ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkaniya Artêşa Ukraynayê ragihand, artêşa Rûsyayê ku li dijî Kîevê şer dike, heta niha zêdetirî 20 hezar leşker ji dest dane.

Artêşa Ukraynayê eşkere dike, artêşa Rûsyayê ku êrîşî bajarên Ukraynayê dike, 20 hezar û 900 leşker ji dest dane, herwiha 171 firoke, 150 helîkopter, 815 tank, 2 hezar û 87 zirxpoş, 391 topavêj, 136 mûşekavêj û 67 sîstemên berevaniya esmanî yên Rûsyayê jî hatine têkbirin.

Herwiha ragihandiye ku hêzên Rûsyayê hezar û 504 otomobîlên leşkerî, heşt keştî û beleme, 76 tankerên veguhestina sotemenî û 165 firokeyên bêfirokevan ji dest dane.

Li aliyê din, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di 25ê Adara borî de belav kir ku hêzên Ukraynayê hezar û 351 leşkerên wan kuştine.