Biden pakêteke nû ya alîkariya serbazî bo Ukraynayê ragihand

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku ew dê bi qasî 800 milyon Dolarên din alîkariya serbazî bidine Ukraynayê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku ew dê bi qasî 800 milyon Dolarên din alîkariya serbazî bidine Ukraynayê, lê hişyarî dide ku divê Kongres razîbûna xwe ji bo alîkariya zêdetir diyar bike.

Joe Biden roja pêncşemê 21ê Nîsana 2022yan di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku 13.6 milyar Dolarên ku ji aliyê Kongresê ve di meha borî de ji bo alîkariya serbazî û mirovî ya Ukraynayê hatibû terxan kirin "li ber qedandinê ye".

Pakêta nû ya alîkariya serbazî ya Amerîkayê ji bo Ukraynayê, ji bilî çek û teqemeniyên din ên bingehîn, ji 72 topavêjên 155 mîlîmetreyî, 144 hezar top, 72 otomobîlên zirxî û 121 dronên taktîkî pêk tê. Ev yek di nava 2,6 mîlyar dolaran de ye ku Biden beriya niha ji bo alîkariya serbazî ya Ukraynayê erê kiribû.

Joe Biden herwiha destnîşan kir, ew ê di rojên pêş de ji Kongresê budceyeke zêdetir bixwaze da ku bê navber çek û teqemeniyan bişîne Ukraynayê.

Biden herwiha soz da ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê di kontrolkirina Ukraynayê de 'ti carî' bi temamî ser nekeve.

Serokê Amerîkayê dibêje, dê rê neyê dayîn ku keştiyên Rûsyayê li benderên Amerîkayê bisekinin.