Sendîkaya Rojnamevanan: Medyaya PYDê fitneyê di nav welatiyan de derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê îro bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û tê de daxwaz kir, “çapemenîya Kurdî û xebatkarên wê ji dijminatîyên partîtî bên dûrxistin û bi azadî û bê tirs kar bikin.”

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê peyama xwe de ragihand, “Îro salvegera sed û bîst û çaremîn a weşana rojnameya Kurdistanê derbas dibe ku ji aliyê rojnamevanê Kurd Mîr Miqdad Medhat Bedraxan ve bi jêhatî hat birêvebirin, tevî derketina astengî û zehmetiyên li pêşiya rojnameya “Kurdistan” û xwediyê wê, lê ew di dirêjahiya dîroka çapameniya Kurd de xalek ronak dimîne.”

Di peyamê de hat gotin, “Rojnamegerên Sûriyê ji dema ku partiya Beis hatiye ser desthilatê ve, di karê xwe de rastî pirsgirêkên mezin hatin ku heta niha rojnamevanê Sûrî yê ku li derveyî bazneya rejîmê bifikire, her tim dem li ser asta rûmet û jiyana xwe tê armanckirin.”

Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê  dibêje: “Ji Dema ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rêveberiya herêma kurdî ji rejîma Sûriyê wergirtiye, kiryarên vê partiyê yên derbarê sînordarkirina karê medyayê bi giştî de, bi ser ya rêjîmê ket.”

Sendîkaya Rojnamevanan di beşeke din a peyama xwe de ragihand: “Sazî û dezgehên PYDê tundûtûjiya birêxistinkirî li dijî her rojnamevanekî ku ne bi bîr û baweriya wê re be pêk aniye, hin rojnamevan girtin û tiliyên wan şikandin û hin rojnamevanên din jî sirgûnî derveyî sînor kirin.”

Herwiha got: “Medyaya PYDê bi rêya çekên xwe yên ragihandinê jehra dubendî û nefretê belav dike, fitneyê di nav welatiyan de derdixe, û rojane binpêkirinan li dijî kesên ku ne bi wê re ne pêk tîne. Her wiha roleke neyînî di şerpezekirina yekrêziya Kurdî de dilîze, bi taybetî di van demên dawî de bi qestî êrişî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sembolên Kurdistanî dike.”

Di beşeke din a peyamê de hat gotin: “Em di Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê de, daxwaz dikin ku çapemenîya Kurdî û xebatkarên wê ji dijminatîyên partîtî bên dûrxistin û bi azadî û bê tirs kar bikin û ji bo rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jîyanek bi rûmet dixwazin.”