Tirkiyê kuştina serbazekî din ragihand

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, di çarçoveya operasyona wan a nû de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê serbazekî wan ê din hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, di çarçoveya operasyona wan a nû de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê serbazekî wan ê din hatiye kuştin.

Recep Tayyip Erdogan duh li Stenbolê piştî nimêja înê derbarê operasyona Pence-Kilîd de ku ew çar roj in li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê hatiye destpêkirin, daxuyanî da.

Erdogan ragihand, ku li herêma operasyonê leşkerekî wan ê din hatiye kuştin û bi wê yekê hejmara leşkerên Tirkiyê ku ji destpêka vê operasyonê ve nûçeya kuştina wan bi fermî ji aliyê dewletê ve hatiye ragihandin, bo 3 kesan bilind dibe.

Erdogan herwiha diyar kir, ku ji destpêka operasyonê ve heta niha 45 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîd li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, operasyon li Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan birêve diçe.