Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve muxtarên 3 gundan revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, muxtarên 3 gundan revandin û 300 darên zeytûnan hilkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdaran di çend rojên borî de, muxtarê gundê Hac Qasma, Luqman Hesen Hemadî, muxtarê gundê Ereb Wêranê, Mihemed Nebî Mecîd û muxtarê gundê Dargirê, Cîhad Dawûd revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, piştî ku çekdaran fidye ji muxtarê gundê Hac Qasma, Luqman Hesen Hemadî standin, ew berdan, lê çarenivîsa her du muxtarên din hîn jî ne diyar e.
Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, serkirdeyekî mîlîşyaya Zenkî yê bi navê Ebdo Zemzem, 300 darên zeytûnê li nêzîkî bajarê Cindirêsê hilkirin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di meha Adara 2018an de, ji bilî revandina bi hezaran Kurdên Efrînê, bi sedhezaran darên zeytûn, henar, sêv û meyweyên din hilkirine û şewitandine.