Li Diyarbekirê semînerek li ser Rojnamegeriya Kurdî hat lidar xistin

Diyarbekir (K24) – Bi boneya 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ku roja derketina yekem Rojnameya Kurdî Kurdistan e, li Diyarbekirê bi lêkolînerên Kurd re semîrek hat lidarxistin. Di semînerê de bal hat kişandin ku bîreweriya netweyî ya Kurd û medya Kurdî bi hev û din xwedî bûne û loma jî destpêkirin, berdewamî û bipêşketina rojnamegerî û medya Kurdî, ji bo gelê Kurd xwedî girîngî û pêwistiyeke mîsoger e.

Li avahiya Partiya Azadiya Kurdistan PAK’ê ya Diyarbekirê, lêkolînerên Kurd Seîd Veroj û Ahmet Kanî li ser rojnamegeriya Kurdî û rojnameya Kurdistanê semînerekî lidar xistin. Di destpêka semînerê de, Berdevkê Çapameniyê yê PAK’ê Hanîfî Tûran, daxuyaniya partiya xwe ragihand û balê kişand ku navgînên ragihandiinê, ji bo parastin, bipêşxistin û danasîna netweyekê rola sereke bicîh tînin û loma jî bi rojnameya Kurdistanê destpêkirina rojnamegeriya Kurdî jî girîng e.

Piştî daxuyaniya Hanîfî Tûran, lêkolînerê Kurd Saîd Veroj, ragihand ku ji 21-22’ê Nîsana 1998’an ve yanî bi derketina rojnameya Kurdistanê  û heta niha bi sedan rojname, kovar û navgînên ragihandinê, li gel gef, êriş û zehmtiyên mezin hatine çapkirin û weşandin. Veroj anî ziman ku divê Kurd hemû derfetên hemdem bikarbînin û çapameniya xwe ya neteweyî xurt bikin û bipêş bixin.

Lêkolîner û nivîskar Saîd Veroj ji K24ê re got: “Hemû destpêk girîng in. Yanî destpêka rojnamegeriya Kurdî jî girîng e, destpêka tevgera neteweyî ya gelê Kurd jî girîng e, destpêkên zanistî jî girîng in û destpêka her îlm û xebatekî civakî girîng e. Lewra ew destpêk li ser zemînekî rast û dirust destpê kiribe, ew ên ku piştî wê tên dê li ser wê zemînê bilind bibin. Heger ku ew rojname û kovarên ku piştî rojnameya Kurdistan çap bûne, wî zemînî û wê çarçoveyê li ber çavên xwe bigirtina ez bawer dikim, karîbûn ji rojnameya Kurdiistanê pêşvetir û zêdetiir xizmetan bikin.”

Di semîrê de bal hat kişandin ku hêj jî rojnamegeriya Kurdî di bin şertên giran û zehmetiyan de tê kirin û pêwistiya çapameniya  ku ji derveyî bandorên hîzb û partiyan li gor nirxên neteweyî yên Kurd kar bike hat ragihandin.

Lêkolîner Ahmet Kanî ku li ser rojnamegeriya Kurdî doktoraya xwe amade dike jî balê kişand ku ji ber rewşa bê dewletî ya gelê Kurd, di her warî de pêwstî bi xebatên zêdetir hene da ku Kurd dîroka xwe bizanin û pêşeroja xwe ronîtir bibînin.

Lêkolîner Ahmet Kanî got: “Li gor baweriya min em çiqas li ser rojnamegeriya Kurdî kar bikin kêm e. Çimkî medya Kurdî rolên mezin di dîplomasiya cîhanê de dileyîze û ji ber ku Kurd jî mileteke mezin e û li cîhanê bê dewlet mane, pêwistiya me zêdetir bi medyayê heye û divê em zêdetir xebatan bikin.”

Lêkolînerên Kurd anîn ziman ku divê Kurd derfetên teknolojiyê û pîivanên gerdûnî bo xwe bikin bingeh û bi wan navgîn û pîvanan re hemaheng girîngiyê bidin bipêşxistina medyaya xwe.