Le Pen an Macron? Fransî biryarê didin ka kî dê bibe serok
Navenda Nûçeyan (K24) – Dengdêrên Fransî îro Yekşemê diçin ser sindoqan û di gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê de, dê biryarê bidin ka Emmanuel Macron dê posta xwe bimîne yan jî berbijara rastgir Marine Le Pen dê cihê wî bigire.
Navendên dengdanê îro 24ê Nîsana 2022an li tevahiya Fransyê tên vekirin û Fransî dê yekî di navbera Emmanwel Macron û Marine Le Pen de wek serokê nû yê Fransayê hilbijêrin.
Medyaya Fransayê her çend e amaje bi serkeftina Macron dikin ku careke din bibe Serokê Fransyê, lê ji ber kêmiya beşdariya dengdêran di proseya hilbijartinê de, eger heye berbijara rastgir Le Pen bandore li ser encaman bike.
Proseya dengdana ji bo hilbijartina Serokatiya Fransyê îro demjimêr (07:00) dest pê dike û heta demjimêr (20:00) berdewam dibe. Êvarê jî dê encamên destpêkê bêne ragihandin.
Gera yekem a hilbijartinên serokatîyê roja 10ê Nîsanê birêve çû, tê de 12 berbijaran hevrikî kirin, Emmanuel Macron % 27.6 ê dengan bi dest anî, Marine Le Pen jî % 23.41 ê dengan bi dest xistibû.
