Ji 48 kesên hatine binçavkirin, 18 kes hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di operasyona ku li dijî aboriya KCKê de, Asayîşa Enqereyê 48 kes binçav kiribûn û piştî îfadeyê ew kes ji bo dadgehê hatibûn rêkirin, dadgehê ji wan kesan biryara girtinê bo 18 kesan da, yên din jî bi merc hatin berdan.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê li dijî aboriya KCKê operasyonek dabû destpêkirin û di çarçoveya operasyonê de 12ê Nîsanê bo 91 kesan biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji wan 91 kesan jî 48 kes ji aliyê asayîşa Eneqereyê ve hatibûn binçavkirin.

Ew 48 kesên ji aliyê Asayîşa Eneqereyê ve hatîn binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyê bo Dadgeha Enqereyê hatin rêkirin û dadgehê jî bo 18 kesan biryara girtinê da û yên din jî bi merc hatin berdan.

Hat zanîn ku di nava kesên ku bo wan biryara binçavkirinê hatiye dayîn de cîgirê şaredarên HDPê yên berê jî hene.

Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonan de gelek pere, çek, gulle jî hatine dîtin û hêzên asayîşê dest danîne ser wan materyalan.