Artêşa Tirkiyê gundên Minbicê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê 2 gundên Minbicê bombebaran û topbaran dikin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê gundê Muhsinlî yê li bakurê Minbicê kiriye armanc.

Diyar kir jî, firokeyeke din a bêfirokevan ya Tirkiyê gundê Ereb Hesen ê li bakurê Minbicê kiriye armanc.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê da zanîn jî, baregeha artêşa Tirkiyê ya gundê Toxar jî, heta niha bi Hawnan gundê Hesen Ereban topbaran dike.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, di êrîşa ser li gundê Mihsenlî de, şervanekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê birîndar bûye.

Li gor zanyariyên Rewangehê, Tirkiyê di meha Nîsanê de êrîşên xwe li ser herêmên ku di destê Rêveberiya Xweser de ne zêde kirine ku di vê mehê de 9 caran êrîş pêk anîne û di encamê de 6 kes hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne.