Artêşa Iraqê hêzeke leşkerî û çekê giran dişîne Şingalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderkî ewlekariyê ji K24ê re ragihand, artêşa Iraqê hêzeke leşkerî ya mezin û çekên giran ber bi qezaya Şingalê ve şandin.

Wî jêderî diyar kir, şandina vê hêz, çek û pêwîstiyên leşkerî, piştî aloziya ku di çend rojên borî de li Şingalê derketine û rûbirûbûna di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên PKKê de tê.

Çend roj in alozî di navbera artêşa Iraq û hêzên ser bi PKKê ve li nahiya Sinûnê û qezaya Şingalê derketine holê û hejmarek ji leşkerên Iraqê bi otomobîlên wan ve ji aliyê PKKê ve hatibûn revandin û 5 kes di şerê di navbera wan de birîndar bûbûn.

Piştre jî bi mebesta dîtina wê rewşa ewlehiyê ku çend roj in li Şingalê derketiye holê, şandeke ku ji Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Qasim El Erecî, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Reşîd Yarallah, Rêveberê Îstixbarata Leşkerî Ebdulemîr El Şemrî û Fermandarê Hêzên Bejahî Qasim Mihemed pêk dihat, gihîştibû navçeya Şingalê.