DAIŞ li çend deveran xwe rêk dixe
Çekdarên DAIŞê çend roj in li sînorê Diyala û Rumadî û Kerkûkê, êrişên xwe bi ser hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de zêde kirine.
Germiyan (K24) – Çekdarên DAIŞê çend roj in li sînorê Diyala û Rumadî û Kerkûkê, êrişên xwe bi ser hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de zêde kirine, piraniya êrişên xwe jî bi şevan encam didin, efserekî Pêşmerge jî dibêje, hêzên Iraqê bi şevan ji baregehên xwe dernakevin, ev jî derfetên zêdetir dide liv û tevgerên DAIŞê.
Ji bo dûrxistina çekdarên DAIŞê û nehiştina metirsiyê li navçeyê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, bi beşdariya hêzên esmanî û hêzên Polîsê Federal, artêşa Iraqê di 23ê Nîsana 2022yan de dest bi qonaxa duyem a operasyona "Îradeya Bihêz" li rojavayê Iraqê kirin.
Efserê Hêzên Pêşmerge Bextiyar Mihemed ji K24ê re diyar kir: “Hemû wan cihên ku di sala 2014an de DAIŞê dagir kriin, niha li wan deveran çekdarên DAIŞê bi awayê komên biçûk dest bi liv û tevgerê kirine û dem bi dem êriş dikin ser hêzên Iraq û Heşda Şeibî.”
Bextiyar Mihemed destnîşan kir: “Bi nêrîna min çalakbûna DAIŞê li wan deveran, sedema wê bi xitimîna rewşa siyasî ya li Iraqê û pêkneanîna kabîneya hikûmetê ye, di heman demê de pêwendiya navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge lawaz e, tenê di asta îstixbaratê ye.”
Li ser êrişên van demên dawî yên çekdarên DAIŞê li hinek deverên Iraq û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Efserê Hêzên Pêşmerge Cemal Heme Reşîd dibêje: “Hêzên Iraqê li wan sînoran bi rojan li ser cade û girên deverê derdikevin, lê belê di demên şevê de hest bi hebûna wan nayê kirin û ne diyar in.”
Cemal Heme Reşîd eşkere kir: “Em weke hêzên Pêşmerge li her derê, bêyî ciyawazî hemû pêkhateyan diparêzin.”