Rûsya derbarê şerê sêyem ê cîhanî de hişyariyê dide
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, ji aliyê wezareta wî ve pêşniyar hatiye kirin ku li şûna danûstandinên ligel şanda Ukraynayê, ligel Amerîkayê bicivin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, ji aliyê wezareta wî ve pêşniyar hatiye kirin ku li şûna danûstandinên ligel şanda Ukraynayê, ligel Amerîkayê bicivin, ji ber wek ew bi xwe dibêje, helwêsta Ukraynayê li Washingtonê tê diyarkirin ne li Kievê. Herwiha li ser bikaranîna çekên atomî û şerê cîhanî de jî Lavrov got “metirsî gelekî cidî û rast e.”
Di hevpeyvînekê de ku roja sêşemê hatiye belavkirin, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, beşek ji siyasetmedarên wezareta wî pêşniyar kirine ku li ser pirsa Ukraynayê rasterast danûstandin ligel Amerîkayê bên kirin.
Lavrov behsa çend xalên rêkeftinê kir ku berî hefteyekê dane aliyê Ukraynî û got: “Em li benda bersiva wan in.” Ev jî di demekê de ye ku berî du rojan dema di vê derbarê de pirsyar jê hat kirin, Volodymyr Zelensky got ku ti dokumentek negehiştiye wî.
Sergey Lavrov dibêje, dema pirsyar ji tîma Ukraynî kirine ka çima we ew dokument nedaye Zelensky, wan gotine, beşek dane lê ji ber “gelekî dirêj bûye” dema Zelensky ya xwendinê nebûye. Hevdem di daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Rûsyayê de, Lavrov dibêje, dema Ukrayna daxwazê ji NATOyê dike tevî şer bibe, Rûsyayê bêzar dike.
Li ser pevçûna berdewam a li Ukraynayê, wî got ku ew pêbawer e ku "bê guman dê her tişt bi îmzekirina peymanê biqede
Derbarê egera rûbirûbûna etomî de jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê da ku metirsî gelekî cidî û rast e û got: “Divê biçûk neyê dîtin. Eger tiştekî wiha çêbibe, tê çaverêkirin ku şerê sêyem ê cîhanî derkeve.”