Li gel Hevserokê HDP yê Tekîrdaxê 4 kes hatin desteserkirin

Girtin
Girtin

Stenbol (K24) – Li bajarê Tekîrdaxê li gel Hevserokê vî bajarî yê HDP, 4 kes hatin desteserkirin.

Berpirsekî ji şaxa bajêr a HDP li Tekîrdaxê ji Kurdistan24 re derbarê desteserkirina 5 HDPyiyan de got: Piştî pîrozbahiya Newrozê li bajêr gelek zarok jî di nav de gelek kesên beşdarî ahenga Newrozê bûn hatin desteserkirin, hinek ji wan hatin berdan lê herî dawî ligel Hevserokê HDP yê Tekîrdaxê Cahît Dîrek 5 kes hatin desteserkirin.

Li gor ragihandina wî berpirsî, ji kesên ku ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin pirsa “Bi banga kê û bo çi beşdarî Newrozê bûn” hatiye pirsîn.

Lêpirsîna 5 kesên hatine desteserkirin li avahiya Gerînendaya Asayîşê ya Tekîrdaxê berdewam dike.