Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive

Yek ji mijarên sereke yên civînê gotûbêjkirina wan pêşniyaran e ku ji aliyê Wezareta Elektrîkê ve ji bo baştirkirina rewşa elektrîkê di demsala havînê de hatine pêşkêşkirin.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û yek ji mijarên sereke yên civînê gotûbêjkirina wan pêşniyaran e ku ji aliyê Wezareta Elektrîkê ve ji bo baştirkirina rewşa elektrîkê di demsala havînê de hatine pêşkêşkirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand, îro çarşemê 27ê Nîsana 2022yan beriya nîvro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî pêk tîne.

Li gor bernameyê, sê mijar têne gotûbêjkirin:

- Gotûbêjkirina serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr bo Brîtanyayê û civînên ligel rayedarên payebilind ên Brîtanyayê.

- Gotûbêjkirina reşnivîsa projeyasaya li ser Desteya Mitmanedayîna Saziyan û Programên Perwerdehî û Xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê.

- Axaftina li ser rewşa elektrîkê li Herêma Kurdistanê û pêşniyarên Wezareta Elektrîkê ji bo baştirkirina elektrîkê, bi taybetî jî di demsala havînê de.