4 kîlo madeya hişbir hate desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Navçeya Yek a Pasewanên Sînor aşkere kir, 4 kîlo madeyên hişbir hatin desteserkirin ku welatiyekî Îranî bi niyaz bû wê derbasî nava Herêma Kurdistanê bike.
Berdevkê Fermandariya Navçeya Yek a Pasewanên Sînor Eqîd Karwan Xoşnaw ji K24ê re ragihand, Fewça Pênc ya ser bi Lîwaya Sê ya Fermandariya Navçeya Yek ê Pasewanên Sînor, 4 kîlo madeyên hişbir ji cureya Kirîstal desteser kirin ku welatiyekî Îranî bi niyaz bû wê bi qaçaxî derbasî nava Herêma Kurdistanê bike.
Sînor Eqîd Karwan Xoşnaw da zanîn jî, piştî aşkerebûna ew kesê ku ku bi niyaz bû madeya hişbir derbas bike reviya nava xaka Îranê.