Li Kirmaşan 3 kolber di êrişa hêzên Îranê de birîndar bûn

Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, pasdarên Îranê komek kolber dane ber guleyan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Newsûd ya Kirmaşanê di êrişa hêzên Îranê de 3 kolber birîndar bûn.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihand, duh danê sibê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, pasdarên Îranê komek kolber dane ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de 3 kolber birîndar bûn.

Navên Kolberên ku birîndar bûne, ev in:

Hebîb Mihemed xelkê bajarokê Riwanser, Emîn Weysî û Namdar Ehmedî xelkê bajarokê Ciwanro.