Pêşmerge êrişeke DAIŞê têk bir

Şeva borî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li sînorê navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê, êrişeke DAIŞê têk bir.

Hewlêr (K24) – Şeva borî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li sînorê navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê, êrişeke DAIŞê têk bir.

Lîwaya 144 a Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê îro înê 29ê Nîsana 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, hêzên Fewca Yek a Lîwaya 144 li devera Zinane ya li navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê, êrişeke DAIŞê têk şikand.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku demjimêr 22:00ê şeva borî Pêşmerge bersiva êrişa DAIŞê daye û çekdarên DAIŞê vekişiyane.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama wê êrişa çekdarên DAIŞê de ziyan negihîştiye hêzên Pêşmerge.