Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da Temer Remezan

Ji ber koça dawî ya dayîka Parêzgarê berê yê Duhokê Temer Remezan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 30yê Nîsana 2022yan di pêwendiyeke telefonî de sersaxî da Parêzgarê berê yê Duhokê Temer Remezan ji ber koça dawî ya dayîka wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihand û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihuştê şad bike û aramî bide malbata wan.

Temer Remezan ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr, spasî û pêzanîna xwe û ya malbata xwe nîşan da.