Firokeyên Rûsî 38 navendên leşkerî yên Ukraynayê bi mûşekên têk birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir, wan 142 firoke, 111 helîkopter û 2656 tank û zirîpoşên artêşa Ukraynayê têk birine.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê operasyona artêşa Rûsyayê li Ukraynayê de agahî dan û diyar kir, firokeyên Rûsî şev borî 38 baregehên leşkerî yên Ukraynayê kirin armanc.

Destnîşan kir, di nava wan 38 baregehan de, 20 navend, 11 dever ji bo komkirina hêza mirovî û alavên leşkerî yên Ukraynayê, depoya sotemeniyê li herêma Volnoy-Buleh, û westegeheke radarê li herêma Peçenîgî hene.

Li gorî nirxandinên Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, ji destpêka operasyona xwe ya leşkerî ya li Ukraynayê û heta niha, hêzên Rûsyayê bi giştî 142 firoke, 111 helîkopter, 634 drone, 278 sîstemên mûşekî yên parastina asmanî, 2638 tank û wesayît, 304 mûşekavêj, 1175 topavêj û 2467 wesayîtên leşkerî yên taybet têk dane