NY: Di sala 2021ê de 3 hezar koçber di riya Ewropayê de winda bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî ragihand, sala borî Zêdetirî 3 hezar kesan canê xwe ji dest dane an jî winda bûne dema ku hewl didan ku Deryaya Spî û Atlantîk derbas bikin û xwe bigihînin Ewropayê, îro Înê ragihand.
Rapora nû ya UNHCR banga tevgereke lezgîn kir da ku pêşî li mirina zêde ya penaber û koçberan bigire ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê.
Di raporê de hat diyarkirin, 3077 kes dema ku hewl didan ji rêyên Deryaya Spî û Atlantîkê derbas bikin û xwe bigihînin parzemînê, winda bûne.
Berdevka UNHCR Shabia Mantoo li Cenevreyê ji rojnamevanan re got, “Mixabin ji destpêka vê salê ve, 478 kesên din li deryayê canê xwe ji dest dane an jî winda bûne.”
Raporê destnîşan kir ku ji bo sala 2021-an, 1924 kes li Deryaya Spî canê xwe ji dest dane an winda bûne, di heman demê de 1153 kesên din jî dema ber bi Giravên Kanarya ve diçûn, canê xwe ji dest dane an jî winda bûne.
Mantou bang UNHCRê kir ku piştgirîyê bike, da ku ji van rêwîtiyên xeternak re alternatîfên guncaw bêne peydakirin û rê li ber kesên ku bibin qurbaniyên qaçaxçîtiyê bêne girtin.