Li navçeya Pirdê DAIŞê welatiyek serjê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê nahiya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, çekdarên DAIŞê îro welatiyekî Ereb serjê kir.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ev bûyer îro danê sibê di navbera gundê Zerdik, Bîban û kelorê yên ser bi Pirdê ve rû daye.
Jêderekî ji Polîsa Pirdê ji K24ê re ragihand, bi kamîreya çavdêriyê diyar bû ku 4 çekdarên DAIŞê bi ser zeviyeke çandiniyê de digirin û kesekî girê didin û serjê dikin.
Li gor zanyariyan, xwediyê wê zeviyê kesekî Kurd e û kesê hatiye kuştin, welatiyekî Ereb e û pasewanê wê zeviyê ye.
Wî jêderî da zanîn jî, îro danê li bilindahiyên gundê Karêz, ala DAIŞê hatibû hildan û piştre hêzên ewlehiyê çûn ew al daxistin.
Li gorî welatiyên wan gundan ji peyamnêrê K24ê re gotine, di dama dawî de tevgera çekdarên DAIŞê li wê herêmê hebûye û çend caran wan desthildar bi wê yekê agahdar kirine.
Gundî balê dikişînin ser wê yekê ku pirsgirêkên wê deverê bê çareserî mane û piştî vê bûyerê tirs di nava wan de çêbûye û banga parastinê li hêzên Pêşmerge dikin.