Mesrûr Barzanî: Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, ez pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û keskûkar û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan. Ez hêvîdar im rojên cejnê bi xweşî û şadî derbas bikin.
Ez hêvî dikim ev cejn bibe havênê xêr û xweşî û tebayiya gelê Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiya li Iraq û navçeyê.
Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê