Hejmarek mûşek arasteyî navçeya Xebat hatin kirin
Hêzên Dije Teror a Kurdistanê ragihand, 6 mûşek li nêzî Zêya Badînan a navçeya Xebatê ketine xwarê.
Hewlêr (K24) - Îro danê êvarê hejmarek mûşek li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketin. Hat diyarkirin ku ziyana canî û maddî derneketiye holê.
Îro yekşemê 1ê Gulana 2022yan dengê çend mûşekan li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê hatin bihîstin. Hêzên Dije Teror a Kurdistanê ragihand, "6 mûşek li nêzî Zêya Badînan a navçeya Xebatê ketine xwarê."
Li gor ragihandina Hêzên Dije Teror a Kurdistanê, ji ber mûşekan ti ziyaneke canî û maddî çênebûye. Mûşek ji nahyeya Bertileya navçeya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê hatine avêtin.
Li ser vê mijarê Qaymeqamê navçeya Xebat Kiwêstan Ehmed ji K24ê re ragihand, dengê hejmarek teqînên mezin hatine bihîstin.