Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Iraqê berpirs e rê li ber êrîşên mûşekî bigire

Serokê Herêma Kudistanê tekez dike: Tenê şermezarkirina van êrîşan bi kêr nayê, ji ber ku dubarekirina wan metirsiyeke cidî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya li ser navçeya Xebatê ya li parêzgeha Hewlêrê de belav kir û ragihand, “Hikûmeta Iraqa Federal berpirs e ku bileztir û bi cidîtir kar ji bo rawestandina van êrîşan bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Ez êrîşa mûşekî ya duhî êvarê sînorên navçeya Xebatê kiriye armanc bi tundî şermezar dikim û daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal a Iraqê dikim ku ji bo dîtina encamderên vê êrişê û sepandina cezayên yasayî li ser wan kar bikin.”

Serokê Herêma Kudistanê tekez dike: “Tenê şermezarkirina van êrîşan bi kêr nayê, ji ber ku dubarekirina wan metirsiyeke cidî ye û ewlehî û aramiyê dixe metirsiyê. Hikûmeta Iraqa Federal berpirs e ku bileztir û bi cidîtir kar ji bo rawestandina van êrîşan bike û bi hevahengî ligel dezgehên pêwendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike, ji bo rêgirtin li dubarenebûna van êrîşan.”