Firokeyên Tirkiyê derdora Mexmûrê bombebaran kir
Hewlêr (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê hejmarek binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li derdora Kampa Mexmûrê bombebaran kir.
Çend jêderan ji K24ê re ragihand; firokeyên şer ên Tirkiyê heft caran li ser hev êrîş kirin ser binkeyên PKKê yên li deverê û ji nava Mexmûrê jî mûşekên ku arasteyî binkeyên PKKê hatin kirin, hatine dîtin.
Dije-Terora Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de hûrgiliyên êrîşên îşev ên firokeyên Tirkiyê yên li derdora Mexmûrê, navçeya Şingalê û sînorê Sihêla yê aliyê Sûriyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Firokeyên şer ên Tirkiyê çend pêgehên çekdarên PKKê yên li çiyayê Qereçûx û Şingalê bombebaran kirin û kuştî û birîndar hene.”
Li gor zanyariyên rûpela Dije-Terorê, firokeyên Tirkiyê li çiyayê Qereçûxê şeş pêgehên PKKê bombebaran kirine. Herwiha du pêgehên wan ên li Sihêla yên li axa Sûriyê û du pêgehên din jî li çiyayê Şingalê.