Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrişa li ser qezaya Xebatê şermezar kir
“Ez ji birêz Serokwezîrê Federal daxwaz dikim, pêngava pêwîst û pratîk were avêtin."
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişa mûşekî ya şeva borî ya li sînorê navçeya Xebat, peyamek belav kir û ragihand: “Ez ji birêz Serokwezîrê Federal daxwaz dikim, pêngava pêwîst û pratîk were avêtin.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Êrişa mûşekî ya şeva borî ya bi ser sînorê navçeya Xebatê de, ez bi awayê herî tund şemezar dikim.
Ez ji birêz Serokwezîrê Federal daxwaz dikim, pêngava pêwîst û pratîk were avêtin ji bo sizadana grûpên têkder ên ji yasayan derçûne û ji bo pêkanîna lijneyeke hevbeş bo cîbicîkirina rêkarên pêwîst li ser kontrolkirina wan deverên ku bûne gef li ser seqamgîrî û asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Ev êriş, êdî nabe berdewam bin û divê helwesta cidî hebe û ji bo bidawîbûna van destdirêjiyan rêkarên pratîk werin pêkanîn.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
2yê Gulana 2022yan