Koçberekî Şingalê: Em dixwazin Pêşmerge vegere Şingalê
Felah diyar dike ku eger rewş wisa berdewam be û PKK û artêşa Iraqê êriş bikin, ew bi vî awayî nikarin careke din vegerên devera xwe û ew ê li Herêma Kurdistanê bijîn.
Duhok (K24) – Welatiyekî xelkê Şingalê ku ji ber şerê navbera PKK û artêşa Iraqê mal û halê xwe bi cih hiştiye û li kampeke parêzgeha Duhokê dimîne, ragihand, nearamiyeke mezin li devera wan derketiye holê û ji ber lawaziya hêzên Iraqê, ew neseqamgîrî berê xwe daye navçeyê jî.
Welatiyê bi navê Felah ji K24ê re diyar kir, artêşa Iraqê bi hêzeke mezin hatiye nav Şingalê û rûbirûbûna di navbera YBŞ û hêzên artêşê de rûdaye û rewşeke neseqamgîr li navçeyê derketiye holê, ji ber vê yekê jî welatiyên sivîl cardin aware bûne û beşek ji wan berê xwe dane çiyayê Şingalê û beşek jî berê xwe dane kampên bin desthilata Herêma Kurdistanê.
Herwiha diyar kir, ew bi zorê kariye malbata xwe ji şer rizgar bike û gelek kesab hewl didan zarokên xwe ji wê rewşê rizgar bikin.
Felah destnîşan dike, heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember xelkê Şingalê texsîr nekiriye û deriyên xwe vekirine, lê belê hikûmeta Iraqê li hember rewşa wan xemsar e.
Herwiha diyar kir, eger rewş wisa berdewam be û PKK û artêşa Iraqê êriş bikin, ew bi vî awayî nikarin careke din vegerên devera xwe û ew ê li Herêma Kurdistanê bijîn.
Welatiyê Şingalê eşkere kir, ew hêvî dike ku partiyên siyasî hemû destê xwe ji Şingalê vekişînin û Pêşmerge vegerin Şingalê û xelkê Şingalê ligel Pêşmerge dê vegerin Şingalê.