VÎDEO – 200 kîlogram TNT hat pûçkirin

Roja yekem a cejna Remezanê, li ser rêyeke sereke ya li Kanî Masê teqemeniya TNT ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat pûçkirin.

Duhok (K24) – Roja yekem a cejna Remezanê, li ser rêyeke sereke ya li Kanî Masê teqemeniya TNT ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat pûçkirin, ku ji aliyê PKKê ve hatibû danîn.

Roja duşemê 2yê Gulana 202yan di demjimêr 09:30an de, roja yekem a cejnê, li ser rêya gundê Çeqela û komelgeha Birîfka ya ser bi nahiya Kanî Masê ya li sînorê navçeya Amêdiyê, nêzîkî 200 kîlogram ji madeya TNT ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dîtin.

Berpirsê Lijneya Nahiya Kanî Masê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Haşim Tirwanşî ji K24ê re ragihand: “Ew cihê ku TNT hatiye dîtin, rêyeke sereke ya xelkê sivîl ê navçeyê ye û rojane bi dehan otomobîlên welatiyan hatûçûnê dikin, bi xweşhalî ve, beriya biteqete an were teqandin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat pûçkirin.”

Hêjayî bîranînê ye ku beriya niha jî PKK li çend cihên din kiryarên bi vî rengî encam dane, yek ji wan caran jî rêya gundê Ravîna û stûnên elektrîkê armanc kiribûn.