"Şerê Şingalê rewşê aloztir dike"
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulxaliq Tel'et ragihand, erkê hikûmeta Iraqê ye ku Şingalê ji grûpên çekdar paqij bike.
Hewlêr (K24) – Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulxaliq Tel'et ragihand, erkê hikûmeta Iraqê ye ku Şingalê ji grûpên çekdar paqij bike, da ku rêkeftin bikeve warê cîbicîkirinê, eger şerê PKK û artêşa Iraqê berfireh bibe, dê rewşa navçeyê aloztir bike.
Ebdulxaliq Tel'et li ser şerê PKK û artêşa Iraqê yê li Şingalê ji K24ê re ragihand: “Ji ber vê rewşa ku li Şingalê heye, heta niha nekarîne ti xaleke rêkeftinê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera hikûmeta Herêm û hikûmeta Iraqê de cîbicî bikin, sedema sereke jî grûpên çekdar in ku li Şingalê ne, bi taybetî PKK, heta rêgirî jî li xelkê dikin ku vegerin devera xwe.”
Tel'et diyar kir: “Hêzeke mezin a artêşa Iraqê bo Şingalê hatiye şandin û alozî û tevlihevî li navçeyê dirust bûye, li gor rêkeftinê, erkê hikûmeta Iraqê ye ku bi aştî yan bi hêz, grûpên çekdar ji Şingalê derxîne, divê danûstandin dest pê bike û ew grûp navçeyê vala bikin, eger ev neyê kirin, rewş dê aloztir bibe û encamên wê baş nebin.”
Herwiha destnîşan kir: “Divê PKK ji navçeyê derkeve û xelk vegere, da ku rêkeftin bikeve warê cîbicîkirinê û xizmetguzarî pêşkêşî xelkê deverê werin kirin.”
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê eşkere dike: “Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê jî ligel wê yekê nînin ku şer li navçeyê hebe, ew ligel seqamgîriyê ne, çimkî rewş aloz e, li aliyekî DAIŞ heye, li aliyê din artêşa Tirkiyê ji ber şerê PKKê hêz anîne sînoran, dibe ku ew hêzên çekdar ên li Şingalê ne, mebesta wan ew be ku şer û alozî dirust bikin, ev jî rewşê aloztir dike.”