Erdogan: Em ji bo vegerandina milyonek penaberên Sûrî proje amade dikin

"Em ê vê projeyê bi piştgiriya saziyên civaka sivîl ên welatê me û yên navneteweyî têxin rewacê."

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em projeyeke nû amade dikin ku milyonek birayên me yên Sûrî yên mêvanên me bi dilxwazî paşve vegerin. Em ê vê projeyê bi piştgiriya saziyên civaka sivîl ên welatê me û yên navneteweyî têxin rewacê."

Konfederasyona Sendîqayên Karmendan (Memur-Sen) û Weqfa Mehmet Akîf Înan, Kampanyaya "Em Bi Hev ra Ne û Ligel Îdlibê ne" da destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê da bi koordînasyona AFADê û 12 Saziyên Sivîl ên Civakî malên prîkêt çêkirin û ji bo van xaniyan merasîma radestkirinê hat lidarxistin.

Serokomarê Tirkiyê bi vîdeo konferansê beşdarî merasîmê bû û got, Wezareta Navxwe di koordînasyona AFADê de kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û bi piştgiriya saziyên civaka sivîl 77 hezar xaniyan çêdikin û ji van 57 hezar û 306 mal hatin bidawîkirin, çêkirina xaniyên din berdewam e.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir, heta niha 50 hezar malbat ketine wan xaniyên ku hatin çêkirin û got: “Em ê hejmara xaniyên pirîkêt derxin 100 hezarî. Xaniyên birayên me yên Sûrî ji bo wan bi xêr bibe.”

Erdogan eşkere kir, ji sala 2016an ve, nêzî 500 hezar welatiyên Sûriyê vegeriyane û ew ji bo vegera dildarî projeyan amade dikin.

Serokomarê Tirkiyê dibêje: "Em projeyeke nû amade dikin ku milyonek birayên me yên Sûrî yên mêvanên me bi dilxwazî paşve vegerin. Em ê vê projeyê bi piştgiriya saziyên civaka sivîl ên welatê me û yên navneteweyî têxin rewacê.”