Li Sinûnê bi sedan malbatên Êzidî aware bûn
Îro bi sedan malbatên nişteciyên nahiya Sinûnê ya li bakurê Şingalê aware bûn.
Şingal (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Şingalê ragihand, ji ber ji ber pevçûn û metirsiyên şerê navbera artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), îro bi sedan malbatên nişteciyên nahiya Sinûnê ya li bakurê Şingalê aware bûn.
Du roj in artêşa Iraqê bi mebesta kontrolkirina rewşa Şingalê û nehiştina grûpên çekdar ên ser bi PKKê, berê xwe dane Şingalê.
Piştî cîgirbûna artêşa Iraqê li Şingalê, îro hêzên artêşê ber bi nahiya Sinûnê û Xanesor ketin rê, da ku dawî li desthilata grûpên ser bi PKKê yên li navçeyê bîne.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, îro zêdetirî 800 malbatên Êzidî ji navenda nahiya Sinûnê û komelgehên Xanesor û Dubir, aware bûn û berê xwe dan kampên awareyên Êzidî yên li parêzgeha Duhokê.
Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ji K24ê re diyar kir, yekîneyên artêşê bi armanca kontrolkirina deverê berdewam in û rûbirûyî grûpên çekdar ên dixwazin pêşveçûna artêşa bisekinînin, dibin.
Herwiha eşkere kir: “Hêzên artêşa Iraqê ketine nava nahiya Sinûnê û çend baregehên YBŞê li nahiyê hene û dixwazin kontrol bikin.”
Ji ber metirsiyên pevçûna navbera YBŞ û artêşa Iraqê, welatiyên Êzidî yên nişteciyên navçeyê neçar bûn careke din aware bibin û berê xwe bidin kampên awareyan.
Li ser vê mijarê, Rêveberê Koç û Koçberan ê Duhokê Diyan Cehfer ragihand, tîmên wan heta niha pêşwazî li 200 malbatên aware yên Şingal û Xanesorê kirine.
Beriya niha di 3ê Tebaxa 2014an de ew welatî ji ber êrîşên DAIŞê yên li ser Şingalê aware bûbûn û piştî çend salan vegeriyabûn cih û warê xwe, lê îro careke din aware dibin.
Li gor zanyariyên medyayî, zêdetirî hezar çekdarên YBŞê li navçeyê mane.