Artêşa Swêdê dikeve rewşa amadebaşiyê

Ji ber gefên Rûsyayê, artêşa Swêdê li girava Gotland kete rewşa amadebaşiyê.

Gotland (K24) – Ji ber gefên Rûsyayê, artêşa Swêdê li girava Gotland kete rewşa amadebaşiyê, ku yek ji deverên stratejîk ên navbera Ewropa û Rûsyayê ye.

Peyamnêra K24ê Aware Hewramî ji girava Gotland ragihand: “Artêşa Swêdê li girava Gotland ketiye rewşa amadebaşiyê û rahênanê bi leşkerên xwe dikin, ji ber ku beşek ji wan kesên hatine vê derê hîn nebûne leşker.”

Peyamnêra me eşkere kir: “Girava Gotland ji bo Rûsyayê devera herî nêz a Swêdê ye, ku 350 kîlometre ji axa Rûsyayê dûr e û yek ji cihên stratejîk e ji bo Swêd û welatên din ên Ewropayê.”

Herwiha destnîşan kir: “Rûsya ji hewldanên Swêd û Fînlanda yên ji bo endambûna NATOyê ditirse, loma gefê li van welatan dixwe, eger leşkerên NATO li girava Gotland werin bicîkirin, Rûsya dê nikaribe bi ti awayî destê xwe bigihîne Swêd, Fînland, Lîtwanya û Polandayê, loma Swêdê piraniya hêzên xwe li wê giravê bi cih kirine û wan perwerde dike.”