Li Brîtanyayê keçeke Kurd bû endama Encûmena Şaredariya Glasgow
Roza Salih, ku 20 sal beriya niha tevî malbata xwe weke penaber çûye Brîtanyayê, di hilbijartinên şaredariyê de weke yekem penaber, bû endama Encûmena Şaredariya Glasgow.
Hewlêr (K24) - Roza Salih, ku 20 sal beriya niha tevî malbata xwe weke penaber çûye Brîtanyayê û piştre bûye endama Partiya Serxwebûnxwaz a Skotlandê (SNP), di hilbijartinên şaredariyê de weke yekem penaber, bû endama Encûmena Şaredariya Glasgow.
Roza Salih piştî serkeftina xwe ragihand, wê ti car bawer nedikir ku bigihîje vê astê û weke keça penaberek bibe endama şaredariyeke yek ji bajarên bi nav û deng ên Skotlandê.
Keça Kurd destnîşan kir: “Min bawer nedikir, çimkî beriya 20 salan min weke penaber berê xwe daye vê demê û niha dibin endama Encûmena Bajarê Glasgow, ez gelek spasiya malbata xwe û xelkê vî bajarî dikim, ku baweriya wan bi şiyanên min heye.”
Herwiha got: “Ez ê ji bo pêşxistina bajêr hemû xebatan bikim, weke endameke penaber, ez ê hewl bidim ji bo baştirkirina jiyan û debara penaberên li Skotlandê, çimkî dema weke penaber dest bi jiyaneke nû dikin, zehmet e.”