Cehfer Şêx Mistefa: Ji bo civîna PDK û YNK hewleke cidî heye

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa ragihand, ji bo civîna navbera polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewleke cidî heye.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa

Silêmanî (K24) – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa ragihand, ji bo civîna navbera polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewleke cidî heye.

Cehfer Şêx Mistefa ji Kurdistan24ê re eşkere kir: “Şerê medyayî û duberekî xelk bêtaqet kiriye, niha pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêzî û yekdengî heye li hember dost û dijminan.”

Mistefa destnîşan kir: “Hewleke cidî heye, da ku herdu polîtburoyên PDK û YNKê bicivin, rast e heta niha ev civîn nehatiye kirin, lê belê îro be an sibe, divê bicivin.”