Li Stenbolê ji zêdeyî 8 hezar koçber hatin dersînorkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên fermî li Stenbolê ji destpêka sala 2022an û heta niha, 8 hezar koçberên qaçax hatine dersînorkirin.

Asayîşa Stenbolê ragihand, di rojên cejnê de anku di navbera 1 û 4ê Gulanê de hezar û 391 koçberên ku bi awayeke qaçaxî hatine, Tirkiyê hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ji destpêka yekem meha 2022an ji zêdeyî 8 hezar û 251 koçberên ku ne bi yasayî hatine Stenbolê, hatine dersînorkirin.

Li gor ragihandina asayîşa Tirkiyê, piraniya koçberên hatine dersînorkirin ji welatên Afxanîstan, Pakîstan, Sûriyê ne.

Parêzgariya Stenbolê jî ragihand, li bajêr 1 milyon û 305 hezar û 307 koçber dijîn û destûra rûniştinê wergirtine, ji wan zêdeyî 500 hezar kesî ji Sûriyê ne.