WHO banga rawestandina şer li Rûsyayê dike
Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li Kîevê banga xwe ya rawestandina şer a li Rûsyayê dubare kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li Kîevê banga xwe ya rawestandina şer a li Rûsyayê dubare kir. Ghebreyesus da zanîn ku vî şerî zirarên mezin li qada tenduristiya Ukraynayê kirine.
Tedros Adhanom Ghebreyesus, li Kîevê banga xwe ya rawestandina şer dubare kir. Dîrektorê Giştî yê WHOyê da zanîn ku ew ê bangewaziya xwe di her derfetê de dubare bikin.
Di banga hat kirin de hat ragihandin ku şerê hatiye destpêkirin, zerar û ziyanên mezin dane qada tenduristiyê ya Ukraynayê.
Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku ew ji ber van rûxandinên avahiyên tenduristiyê gelek xemgîn e û tevî her tiştî jî xelkê herêmê hewl dide ku van avahiyan tamîr bike da ku xizmeta tenduristiyê qut nebe.
Ghebreyesus got ku di şer de 200 êrîş li avahiyên tenduristiyê hatine kirin û bang li Rûsyayê kir ku avahiyên tenduristiyê nebin hedefên êrîşan.