Kongo dixwaze sûdê ji ezmûna pîvera zîrek a elektirîka Herêma Kurdistanê werbigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Komara Kongo li Herêma Kurdistanê ye û ligel Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê civiya, ji bo sûdê ji sîstema pîvera zîrek a elektirîka Herêma Kurdistanê werbigire.

Wezîrê Elektirîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed îro ragihand, şandeke Komara Kongo ligel wezareta wan civiya, ji bo sûdê ji sîstema pîvera zîrek a elektirîka Herêma Kurdistanê werbigire.

Diyar kir jî, projeya pîvera zîrek bi rêjeya % 87 li Herêma Kurdistanê hatiye cibicîkirin û heta niha 1 milyon û 250 hezar pîverên zîrek hatine danîn. Şanda Kongoyê jî dixwaze ji nêzîk ve çawaniya cibicîkirina vê projeyê bibîne ji bo sûdê ji ezmûna Wezareta Elektirîkê werbigirin.

Wezîrê Elektirîkê destnîşan kir, plana wan ew e, 1 milyon û 400 hezar pîverên zîrek deynin, heta niha beşeke mezin ji projeyê hatiye cibicîkirin û cihê xweşhaliya wan e ku welatekî wek Kongo ku 105 milyon rûniştvanên wî hene, hatiye sûdê ji ezmûna Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê werbigire.