Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 kes ji gundekî Efrînê revandin

Hejmarek ji çekdaran li Efrînê
Hejmarek ji çekdaran li Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kes ji gundekî Efrînê revandin, di nava wan du kalemêr hene.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî pêr 8ê Gulanê du kalemêr (Mistefa Qere Mihemed yê 77 salî û Şewket Rifet Elî yê 64 salî) ji gundê Dargirê yê ser bi navçeya Mabeta ve revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, heman grûpê duhî jî 9ê Gulanê du kes (Ekrem Husên yê 42 salî û Welîd Ehmed Henan yê 32 salî) ji Dargirê revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.