Li Êlihê hemû çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin

Parêzgariya Elihê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li nav sînorê bajarê Elihê hemû çalakiyên komî û meydanî hatine qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgariya Elihê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li nav sînorê bajarê Elihê hemû çalakiyên komî û meydanî hatine qedexekirin.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku di navbera 10.05.2022 û 24 .05.2022’an de, ji bilî pêşwazî û çalakiyên fermî, hemû çalakîyên komî, vekirina standan, belavkirina belavokan û ragihandina daxuyaniyan hatiye qedexekirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî hewldana kutedaya 2015an û bi guhartina destûra ewlekariyê ew erk ji parêzgara hatibû dayîn ku dema pêwist bibînin, dikarin qedexeyên wiha û herêmên qedexe ragihînin.