Amerîka: Em alîkariyên xwe ji bo ciwanên Kurd didomînin

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino ragihand, ciwan dînemoya geşbûna aboriyê ne.

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino
Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino ragihand, ciwan dînemoya geşbûna aboriyê ne û em ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin ji bo ku Herêma Kurdistanê bikin herêma xweşguzeraniyê.

Robert Palladino eşkere kir: “Em alîkariyên xwe ji bo ciwanên Kurd, ewên xwedî fikra bazirganiyê ne, an jî karsaz in û dixwazin karê xwe berfireh bikin, didomînin.”

Palladino destnîşan kir: “Amerîka şanaziyê dike ku di pêşvebirina sektora taybet a li Herêma Kurdistanê û berfirehkirina derfetên kar bo ciwanên Kurd de hevkar be, çimkî baweriya me heye ku sektora taybet dînemoya geşbûna aboriyê ye li hemû welatan.”

Herwiha diyar kir: “Roleke girîng a ciwanan heye di warê karsaziyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê eşkere kir: “Em piştevaniya xwe didomînin, da ku Herêma Kurdistanê bikin herêma xweşguzeraniyê.”

Fly Erbil Advertisment